DESTEYA PERWERDEYÊ DEST BI EZMÛNÊN XWENDEKARÊN AZAD YÊN REFA 9’AN KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Tevî rewşa awarte ya ku sûriyê têre derbas dibe û geşedanên cûr bi cûr yên ku rû didin rêveberiya xweser a demokratîk ya herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji bo belavkirina ewlehî û zanînê her tim di nava tevgerê de ye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser li seranserî herêmê dest bi ezmûnên xwendekarên azad yên refa 9’an kiriye.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê Kantona Cizîrê Ednan Berî ji navenda ezmûnan a bajarê hesekê ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya pêşkêşkirina ezmûnan dike.

Li kantona Reqayê jî xwendekara bi navê Esîl Ehmed Ebûd kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşkêşkirina ezmûnan anî ziman û got Hêviya min ew e ku ez li zanîngeha Şerq xwendina xwe berdewam bikim.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê Ya Rêveberiya Xweser li kantona cizîrê zêdetirî 450 û li kantona Reqayê jî 162 xwendekar ezmûnên refa 9’an pêşkêş dikin.

Share This Article