Partiya weten a sûrî ji bo nîqaşkirina rewşa sûriyê bi giştî û geşedanên ku li herêmê rûdidin, komxebatek li bajarê hesekê li dar xist.
koxebat bi beşdariya bi dehan nûnerên partiyên siyasî, rêveberiya xweser, şêx û rûspiyên kurd û ereb û saziyên civaka sivîl, li hola şeto ya bajarê hesekê birêve çû.
Di komxebatê de, rewşa sûriyê, proseya vegustina siyasî û pêwîstiya beşdariya tevahî pêkhateyan di wê proseyê û destûra sûrî de hatin nîqaşkirin.
Paşê beşdarên komxebatê li ser mijarên navborî nîqaş kirin û tekezî bi pêwîstiya beşdariya tevahî pêkhateyan di avakirina sûriyeke demokrat û pirreng de hate kirin.
REWŞA SÛRIYÊ PIŞTÎ RÛXANDINA RÊJÎMA BEIS LI HESEKÊ HATE NÎQAŞKIRIN
