PKK’Ê BERSIV DA BANGA “AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK”

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Ofîsa Peywendiyên giştî ya PYD’ê Silêman Ereb derbarê banga dîrokî ya Rêber Apo û merasîma çekşewtandinê ji Rojava TV re nirxndin kir.

Silêman Ereb destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demoratîk” ya rêber apo rêya rizgariya rojhilata navîn ji qeyranan e.

Rêber Abdullah Ocalan 27’ê sibata derbasbûyî bangeke dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û di 9’ê vê tîrmehê de jî piştî 27 salan Rêber APO bi dîmen bang kir.

Derbarê banga dîrokî ya Rêber Apo û merasîma çekşewtandinê, Hevserokê Ofîsa Peywendiyên giştî ya PYD’ê Silêman Ereb ji Rojava TV re nirxndin kir.

Silêman Ereb destnîşan kir ku banga “Aştî û Civaka Demoratîk” ya rêber apo rêya rizgariya rojhilata navîn ji qeyrana ye.

Her wiha Silêman Ereb derbarê gava PKK’ê ya îmhakirina çekan de dazanîn ku şewtandina çekan niyeta aştiyê ya PKK’ê dide xuyakirin.

ji bo bersivdayîna banga rêber Apo, Partiya karkerê kurdistanê PKK’ê di 5-7 gulanê de kongireya xwe ya 12’mîn lidarxist û biryara bidawîkirina şerê çekdarî da.

her wiha di 11’ê vê tîrmehê de komeke Gerîla ya bi navê koma aştî û civaka demokratîk bi merasîmekê weke niyeta pak çekên xwe îmhakirin.

Share This Article