Di çarçoveya însiyatîfên Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê de ji bo lêkolînkirina mekanîzmayên gihandina pêşxistina xebatê di navbera MSDˊê û partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Nivîsgeha Têkiliyan bi Partiya Yekitiya Suryanî re li Hesekê panelek li dar xist.
Beşdaran di panelê de wesîqeya siyasî, nexşerê û nêrîna MSDˊê bo çareseriya krîza Sûriyê, xal û dosyayên hevbeş di navbera wê û Partiya Yekitiya Suryanî de û derfeta pêşxistina xebatê nîqaş kirin.
panêl bi gelek encamnameyan bi dawî bû ji wan jî , Beşdariya rasteqîn di xebata nîştimanî û nûnertiya dîplomasî li derve, çalakiyên hundirîn ên li tevahî herêmên Sûriyê, navlêkirina gelê Suryan-Asurî li gorî Hevpeymana Civakî di civînên fermî de, xebitîna bi MSDˊê, partî û hêzên siyasî re bo xwegihandina zemîneke guncaw der barê diyaloga navxweyî ya Sûrî de.
