Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hemahengiya Kampaniya Zagros rêyên bajarê Qamişlo qîr dike.
Di pirojeyê de 2 girûp kar dikin yek jê li ser rêyên siyahî û ya din jî li cem mizgefta El-beşîr a li taxa Erbewiyê ye.
Ev piroje yek ji rêzeprojeyên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo yên îsal e.
armanc jê jî ewe ku kolanên bajêr bên çaksazkirin û qezayên tirafîkî kêm bibin.
Endamê beşa Teknîkî ya pirojeyê Ebdulselam Ibrahîm Elî diyar kir ku bi qasî 13 Hezar M,K rêyên bajêr hatine Qîrkirin.
RÊYÊN BAJARÊ QAMIŞLO TÊN QÎRKIRIN
