Berpirsê navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokaratîk QSD ê Ferhad Şamî bû mêvanê bernameya Rave ya Rojava TV û Behsa encamên Operasyona mirovî û Ewlehiyê kir..
Ferhad şamî tekez kir ku dê Operasyona Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî DAIŞ ê ranewestin
25’ê tebaxê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD,YPG û YPJ bi daxuyaniyekê Destpêkirina Qonaxa Duyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Kampa Holê ragihandin. û di 17’ê Îlonê de operasyon bi ecamên girîng bidawî bû .
Di 24 rojên pêngavê de gelek çekên sivîk û navîn, bi dehan tunel û cihên perwerdekirina zarokan li ser fikirê tundraw dîtin, her wiha 226 çeteyên şaneyên daişê ku di nava wan de jin jî hebûn hatin girtin.
Debarê mijarê Berpirsê navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokaratîk QSD ê Ferhad Şamî bû mêvanê bernameya Rave ya Rojava Tv û Behsa encamên Operasyonê kir..
Ferhad Şamî diyar kir ku Piştî bi dawîkirina pêngava duyemîn ji operasyonê, liv û tevgera hêzên Sûriyaya Demoqratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di aliyê lêpiersîn û operasyonên taybet li dijî çeteyên DAIŞ’ê ranewestiya ye..
Û tekez kir ku Dewleta Tirk bi riya çekan Destekê dide şaneyên çeteyên DAIŞ ê..
Kampa Holê ji mezintirîn kampên li Sûriyeyê ye, lê di heman wextê de jî kampa herî xetere di cîhanê de ye.
Ev kamp piştî ku malbetên DAIŞ tê de bi cih bûn tevgerên şaneyên DAIŞ yên veşartî tê de zêde bûn û rastî bi dehan bûyerên hovane hat.
