QSD LI HOL, TIL HEMÎS Û DÊRAZORÊ SERÇETEYEK DAIŞ’Ê Û 2 ÇETE GIRTIN

Rojava Tv
2 Min Read

QSD′ê li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û hewl dan êrişên terorê li dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Yekîneyên Antî Terorê YAT bi hevkariya Hêzên hevpeymaniya Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîne.

Di van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin: Kilaşînkovek, Dabançeyek, 2 Bombe, Dûrbînek, 4 Rext, gelek Carcûr û Cebilxane, Mîqdareke madeyên taqemeniyê û hejmarek telefonên destan.

Share This Article