LI HELEBÊ PÊŞKÊŞKIRINA ALÎKARIYÊ JI BO KOÇBERAN DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Weqfa Jina Azad û Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran li Helebê alîkarî pêşkêşî koçberên ji kantona Efrîn û Şehba kirin.

Weqfê nêzî 200 isfinc, 200 betanê û kelûpelên zivistanê li malbatên koçber belav kirin.

Li aliyekî din jî Rêxistina nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya Astengdaran ciln zivistanê li 425 astengdarên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kirin.

Rêxistinê alîkarî pêşkêşî zarokên temenên wan di navbera 5 heya 16 saliyê de kir; Li gorî çavdêrên li ser belavkirinê disekinin, Dê alîkarî dewam bike heta tevahî malbat para xwe ji alîkariyan wergirin.

Share This Article