Koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku di kampa Newroz a bajarê Dêrikê de dimînin, behsa êş û azarên xwe yên koçberiyê û bi taybet bi hatina berf û baranê dikin.
Berpirsên kampê jî ji bo alîkariya koçberan û pêşkêşkirina xizmetan, komîteyek awarte da dest pê kirin.
Bi hatina zivistanê re careke din êş, azar û zehmtiyên koçberên kapma Newroz zêde dibin.
Kapma Newroz di nava xwe de zêdetirî 980 malbat û 5130 kesên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dihewîne.
Koçberan gotin bi hatina zivistanê re zehmetiyên wan zêde dibin û ji ber sermayê ew nema debar dikin ku xwe di çandiran ragirin.
Ji aliyê xwe ve berpirsê têkliyan a kampa Newroz Nedîm Omer da xuyakirin ku wan di berf û baranê de, komîteyên awarte di nava kampê de ava kirine .
Kampa Newroz ku di sala 2014’an de hatiye damezranidin, di nava xwe di bi hezaran koçber ji Serê kaniyê , Girê Spî , Efrîn û Şehbayê dihewîne
Koçber hîna jî di dilê wan de vegera cih û warê wan zindî ye û li ser wan hêviyan ne ku bi ewle vegerin warên xwe
