Rêveberiya Xweser ya kantona Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û piştrast kir ku ew, heta dawiyê li ber xwe bidin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî gundewarên Minbicê dikin.
Her wiha piştarst kir ku, ew ne alîgirên şer in, lê eger şer çêbibe, dê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeriyê şer bikin û wan têk bibin.
Rêveberiya Xweser ya kantona Minbicê bang li welatiyan kir ku di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de xwe bi rêxistin bikin û tevlî nava refên berxwedaniyê bibin.
Di dawiyê de bang li hêzên navdewletî hate kirin ku rê li pêşiya tawanên dewleta Tirk a dagirker bigrin.
