RÊXISTINÊN JINAN LI HESEKÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistinên jinan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek li Parka 4’ê Nîsanê a Hesekê dan.
Rêxistinên jinan di daxuyaniya xwe de gotin, tecrîda ku zêdetirî 26 sal in li dijî Rêber APO tê meşandin û mercên dijwar ên tecrîdê, li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne.
Rêxistinan dan zanîn ku dîlgirtina Rêber APO ne dîlgirtina mirovekî tenê ye, lê dîlgirtina ramanekî azad û demokratîk e.
Rêxistinên jinan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, azadîxwaz û çalakvanên li cîhanê kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û zextê li civaka navneteweyî bikin.

Share This Article