Dorpêça Hikûmeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê ku zêdetirî 150 hezar koçberên Efrînê lê bi cih dibin, girantir dibe.
Tevî dorpêçê û têkçûna rewşê, dîsa deste û saziyên Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dikin.
Hevserokê Nivîsgeha Plandanînê ya kantonên Efrîn û Şehbayê Mistefa Reşîd dibêje, ji ber êrîşên Tirkiyê û erdhejên 6’ê sibatê jêrxaneya herêmê têk çûye.
