Di bin dirûşmeya “Derfetên bê sînor” Desteya Karûbarên Civakî ya Rêvberiya Xweser a kantona Cizîrê, komxebat ji bo kesên astengdar li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de, bi dehan kesên astengdar, her wiha saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêvberiya Xweser , kesaytên serbixwe û saziyên jinan beşdar bûn .
Komxebat bi axftina destpêkê li ser navê Desteya Karûbarê Civakî û Kedkaran Zehra Sem’o hate kirin
Zehra Sem’o di axaftinê de tekez kir ku pêwîste derfet ji kesên asteng re were pêşkêşkirin, da ku cihê di nava civakê de bigrin.
Piştre jî aliyê desteyê ve, sinfizyonek li ser kesên astengdar, ku tê de kêliyên wan yên jiyana rojane û destkeftiyên ku kirine, hate pêşkêşkirin .
