RÊVEBERIYA XWESER PÊŞWAZIYÊ LI PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI LUBNANÊ DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Derbarê pêşwazîkirina penaberên Sûrî yên ji Lubnanê ber xwe didin herêmê çalakvanê siyasî yê ji Reqayê Beşîr Hemdan got, Rêveberiya Xweser bi pêşwazîkirina penaberan gaveke giring avêt û erka xwe ya mirovî cî bi cî kir.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk ya Reqayê Îbrahîm El- Ibêd jî da zanîn ku, Rêveberiya Xweser pêdiviyên penaberan dabîn dike.

Şerê di navbera Artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de her ku diçe dijwartir dibe. Ji ber gurbûna şer, pêleke zêde ya koçberiyê jî çêbûye.

Hejmarek ji penaberên Sûrî yên li Lubnanê berê xwe didin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya Xweser jî ji bo pêşwazîkirina penaberan, şaneya krîzê ava kir û di wê çarçoveyê de kamp ava kirin û pêdiviyên wan dabîn kirin.

Çalakvanê siyasî yê ji Reqayê Beşîr Hemdan got, Rêveberiya Xweser bi pêşwazîkirina penaberan gaveke giring avêt.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk ya Reqayê Îbrahîm El- Ibêd jî da zanîn ku, Rêveberiya Xweser pêdiviyên penaberan dabîn dike.

Li gorî amarên şaneya krîzê ya Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziya Lubnanê ve û ta niha, zêdetirî 17 hezar penaberên Sûrî û welatiyên Lubnanê berê xwe dane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Raporên navdewletî jî nîşanê bi wê yekê didin ku dê şer gurtir bibe, lewre tê pêşbînîkirin ku pêla koçberiyê jî zêdetir bibe.

Share This Article