Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Helebê Selahdîn Sîno derbarê sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê de diyar kir sûcên dewleta tirk û çeteyên wê li efrînê sûcên li dijî nirxên mirovahiyê ne.
Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina efrînê ve û heta îro li efrîna dagirkirî sûcên şer û yên dermirovî li dijî xelkên Efrînê yên resen didomîne.
Dagirker rojane li efrînê kiriyarên kuştin, revandin, tecawizkirin, birîna daran, talankirina mal û milkên welatiyan û talankirina xwezayê dike.
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a Helebê Selahdîn Sîno got, sûcên dewleta tirk û çeteyên wê li efrînê sûcên li dijî nirxên mirovahiyê ne.
SELAHDÎN SÎNO: SÛCÊN LI EFRÎNÊ SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NE
Her wiha Selahdîn Sîno di beşekî din a nirxandinên xwe de anî ziman ku, girêdana Efrîniyan bi axa xwe ve plan û êrîşên dagirkeran vala derxistiye.
Li hember pinbêkirinên qanûnî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî pêk tîne, civaka navneteweyî bê denge.
Li gorî çalakvanên Hiqûqî, bêdengiya cîhanê rê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe zêde bike.
