Bi armanca başkirina binesaziyê û xweşikirina rêyên çûnûhatinê, Şaredariya Gel a Kantona Reqayê di 20’ê Tebaxê de, projeya sererastkirina têketina bajêr ê rojhilat dest pê kir.
Projeya sererastkirinê di nav xwe de, sazkirina toreke ronahîkirinê ya nû, sererastkirina peyarêyan , çandina daran û danîna nîşanên trafîkê, dihewîne.
Li gorî serpereştên projeyê, hemû kargehên şaredariyê tevlî vê xebatê dibin û projê dê di nava sê mehan biqede.
Şaredariya Gel a Reqayê, bang li hemû welatiyan, bi taybetî şofêran kir ku dema ketin û derketina bajêr, ji ber hebûna xebatên kolandinê, baldar bin.
