Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mûzexaneyek ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê vekir.
Mûzexane li bajarê Reqayê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajêr hat vekirin.
Di destpêka merasîma vekirina Mûzexane de, sînevîzyonek li ser berxwedana bajarê Kobanê û binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê yên di dema dagirkirina bajaran de hat pêşandan.
Di mûzexaneyê de belge, wêne, axaftina şahidan, bîranînên taybet ên qurbaniyan û dîmenên bi êş ên serjêkirinê hatin pêşandan.
Li gorî komîteya amadekar, armanc ji mûzexaneyê ew e ku di xebatên belgekirin û lêkolînan de bibe lêveger û platforma hişyarîkirin û perwerdekirinê.
