Xelkên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD’ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xistin.
Beşdarên meşê piştgirî dan QSD’ê û bang li Partiyên Kurdî kirin ku yekrêziya xwe ava bikin. Bi armanca piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD’ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker îro meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Meşê ji çerxerêya şehîd Azad dest pê kir û li çerxerêya şehîd Qehreman veguherî mîtîngê. di mîtîngê endamê meclisa giştî ya PYD’ê Telet Yûnis axivî û tekez kir ku ew ê bi hevgirtina gelan û sekna li gel QSD’ê êrîşên li ser herêmê têk bibin.
Beşdarên meşê piştgirî dan QSD’ê û bang li Partiyên Kurdî kirin ku yekrêziya xwe ava bikin.
Her wiha beşdarên meşê tekezkirin ku ew ê her tim li qadan bin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Meş bi berzkirina dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û bijî Berxwedana Rojava û bijî yekîtiya kurdan bi dawî bû.
