PYD’Ê LI QAMIŞLO JI BO PIŞTGIRIYA QSD’Ê CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk û piştgiriya bi QSD’ê re civînek li Qamişlo organîze kir.
Di civînê de bi dehan xelkên bajêr û endamên partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.
Her di civînê de axaftin li ser navê partiya yekîtiya demokratîk PYD hat kirin û êrîşên dagirkeriya tirk yên li dijî herêmê hatin şermezarkirin.
Di dawiya civînê de piştgirya li gel QSD’ê hate piştrastkirin.

Share This Article