Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweser, îro ji bo nîqaşkirina mekanîzmeya qanûna parastina hevpeymana Civakî, civînek li Kantona Reqayê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Endamên Meclisa Gelan a Demokratîk a Li kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat li darxistin.
Di civînê de bendên qanûna parastina hevpeymana Civakî hatin xwendin û nîqaşkirin.
Her wiha hin bend jî li gorî pêwîstiyan hatin guhartin.
Di civînê de çawaniya avakirina dadgeha parastina hevpeymana civakî, mercên hevserokatî û Endamên dadgehê hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Meclisa Gelan a Demokratîk ji bo amadekirina reşnivîsa qanûnan gelek komîte ava kir û mekanîzmayên avakirina Komisyona Bilind a Hilbijartinan, Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî û Saziya Giştî ya Çavdêriya Darayî û Jimartinê jî diyar kir.
