KARWANA ALÎKARIYAN A JI BAKURÊ KURDISTANÊ GIHÎŞT KOBANÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê, Karwanek ji 17 kamyonên alîkarî û pêdiviyên bingehîn pêk tê, ku gelê Bakurê Kurdistanê kom kirin, derbasî Kobanê kir.

Karwan di deriyê Ezazê, piştre Cerablusê û pira Qereqozaqê re derbasî Kobanê bû. Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî wergirtin û veguhestin Kobanê.

Bi karwanê re cîgirê Serokê Odeya Sanayî Erdal Avşar û parêzer Rîhan Gok hebûn. Her duyan diyar kir ku ev alîkarî yekgiritina Kurdan û hevkariya wan li tevahî herêman li hember astengiyan nîşan dide.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çend rojan alîkariyên gelê Bakur li ber sînorê li hemberî Kobanê li benda derbas bûnê mabûn, lê desthilatiyên Tirkiyeyê rê nedan ku derbas bibin.

Share This Article