LI REQAYÊ PÊŞBIRKA HESPAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

Bi beşdarbûna 35 siwareyan, Pêşbirka Hespan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bajarê Reqayê li dar ket .

Nûnerên Encumena Sivîl a Reqayê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê û xelkê herêmê beşdarî pêşbirkê bûn .

Pêşbirk li gorî 5 geran hate lidarxistin. Gera yekemîn hezar û 600 mître, ya duyemîn hezar mître, ya sêyemîn 2 hezar mître û ya çaremîn 3 hezar mître bi rêve çû.

Di dawiya pêşbirkê de Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekitiya Werzîşê ya Reqayê siwareyên serkeftî xelat kirin .

Share This Article