RÊVEBERIYA XWESER: ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ AZARÊN WELATIYAN ZÊDETIR DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmê Şermezar kir û soza parastina destkeftiyên şoreşê da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê azar û zehmetiyên welatiyên herêmê Zêdetir dike .

Rêveberiyê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku dagirkeriya dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze careke dib DAIŞ ê zindî bike .

Her wiha rêveberiyê tekez kir ku dewleta Tirk bi zêdekirina Êrîşan armanc dike ku ewlehiya herêmê têk bibe û gel bide koçberkirin .

Rêveberiya xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de soza bilindkirina asta têkoşînê û parastina Destkeftiyên şoreşê da.

Share This Article