Serokê Ofîsa Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed derbarê metirsiya kampa Holê de ji Rojava TV re axivî û got, pêwîst e, welatên cîhanê welatiyên xwe vegerînin û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.
Kampa Holê, yek ji metirsîdartirîn kampên di cîhanê de ye.
Di kampa Holê ya li başûrê Hesekê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê, koçberên ji Sûriyeyê û penaberên ji Iraqê hatine bicihkirin.
Di beşên ku piranî malbatên DAIŞ’ê lê dimînin, tundî û gelek bûyerên wêrankirin û şewitandina navendên mirovî pêk tên.
Serokê Ofîsa Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku pirsgirêka kampa Holê pirsgirêkeke navnetewî ye.
Her wiha Şêxmûs Ehmed anî ziman ku pêwîst e, welatên cîhanê welatiyên xwe vegerînin û alîkariya Rêveberiya Xweser bikin.
Li gorî amarên Rêveberiya kampa Holê zêdetirî 35 hezar kes li kampê mane. Her wiha hêzên ewlekariyê û QSD’ê jî ji bo kontrolkirina rewşê heta niha 5 operasyonên ewlekariyê li dar xistine.
