RÊVEBERIYA XWESER A FIRATÊ: ŞERVANAN DI KOBANÊ DE DAIŞ BI BIN XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê di salvegera destpêkirina êrişên DAIŞ`ê ya li ser Kobanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku, Rêveberiya Xweser bûye sembola biratiyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî Şengalê çeteyên DAIŞ`ê 15`ê Îlonê bajarê Kobanê dorpêç kirin, gund û bajarok bi awayekî hovane topbaran kir, sivîl û zarok koçber kirin. Di encama wê êrişê de tevahî gundên Kobanê û beşên mezin ên bajarê Kobanê dagir kirin.
Her wiha rêveberiya Xweser diyar kir ku, şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên xwe yên sivik şer kirin û piştî berxwedana 134 rojan, DAIŞ`ê bi bin xistin.
Di daxuyaniyê de şehîdên di oxira azadiya gel de canê xwe feda kirine, hatin bibîranîn û şervanên QSD`ê yên ku rûmeta welêt diparêzin, hatin silavkirin.

Share This Article