Partiya Weten ya Sûriyê îro li bajarê Hesekê dest bi pêngaveke paqijiyê li nava kolanên bajrê kir.
Endamên Partiyê li nava kolanên bajêr, bi taybetî li çargoşeya ewlekariyê ku di destê rejîma Baas’ê ya berê de bû, geriyan û dest bi paqijiyê kirin.
Di pêngavê de kolanên bajêr tên paqijkirin, her wiha wêne û pankêrtên rejîma Baas’ê ya berê jî tên rakirin.
Serperiştên pêngavê diyar kirin ku, armanca wan jinavbirina dîmenên ne layiqî bajêr û ciwankirina bajêr e.
PARTIYA WETEN YA SÛRIYÊ LI HESEKÊ DEST BI PÊNGAVEKE PAQIJIYÊ KIR
