Hevserokê Meclisa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Hesen Şero, salvgera 7’an ya avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û diyar ku pergala Rêvberiya Xweser mînaka pêkvejiyana civakî ye.
Hesen Şero her wiha got: ew ji bo Sûriyeyeke nenavendî ku tê de mafê pêkhateyan misoger bibe, têdikoşin.
Piştî berfirehkirina deverên ku ji aliyê QSD’ê ve ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, di 6’ê Îlona 2018’an de yekbûna hemû rêveberiyên sivîl di bin navê “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” de hate ragihandin.
Têkildarî nêzhatina salvgera 7’an a avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Meclisa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Hesen Şero li gel Rojava Tv axivî.
Hesen şero diyar ku Rêvberiya Xweser bûya mînaka pêkvejiyana civakî ji tevahî pêkhateyên Sûriyê re û pêwîst e ev pergal li tevahî xaka Sûriyê were bicihkirin.
Hesen şero anî ziman ku Rêvberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ku tê de mafê Sûriyan misoger be, têkoşîn dike.
Ewlehî û aramiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serwer bûye, tekez dike ku projeya rêveberiya xweser ji bo misogerkirina Sûriyeke nû ya pêşerojê modela herî gunceve.
