BI BERHEVKIRINA KEVNEŞOPÊN KURDÎ DAYÎKA SALIHA MÛZEXANEYEK VEKIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

çanda kurdî yek ji zengîntirîn çanda bedew û dewlemend e, çanda kobaniya jî ji van çandên bedew ne kêm e.

Heta niha jî kurdhezên çanda kevnar li du parastina çanda xwe derdikevin.

Numeneya wê jî niha dayika Saliha Elî ya 56 salî ji bajarê kobanê ye, mûzexaneyek bi çûk û bedew ji berhevkirina kevneşopiyan avakiriye.

Dayika Saliha Elî ji 2018’an ve ji bo ku çanda xwe wenda neke, bi eşqeke mezin tiştên kevin û alavên kevnar komkiriye û niha di Mûzexaneya wê girtiye.

Saliha Elî ji Rojava Tv re behsa hezkirin û xwedîderketina li çandê û komkirina wan dike û bi vê gavê kêfxweşiya xwe têne zinam.

Mamoste Nîzam yek ji kesên ku bi vê gavê kêfxweş e, berê xwe daye mûzexanya Saliha û bi çavekî kevneşopî vê mûzexaneyê dinirxîne.

di nava mûzexaneya Salîhe de alavên kevnar yên weke vanûs, sêl, destar, mekot, meşk,cilên kurdî yên kobanî û hwd cih digire..

Share This Article