EVÎN MEHMÛD TEVÎ ASTENGIYA XWE BI HÊVIYÊN MEZIN DIXEBITE

Rojava Tv
2 Min Read

Evîn Hec Mehmûd yê 22 Salî keceke ciwan ji xwedî pêdiviyên taybet e.

Evîn bi rûkenî û cêhatbûna xwe rê li ber astengiyan girtiye.

Evîn Mehmûd dibije, dema ku vîna mirov xurt be, dikare hemû astengiyên heyî li dû xwe bihêle û ji bo armancên xwe kar bike.

Kesên Xwedî pêdiviyên Taybet Ango kesên astengdar, ew kesên ku zehmetiyan nas nakin û ji bo armancên xwe her dem bi hêviyên mezin jiyan dikin.

Li kantona Firatê ji bo alîkarî û piştgiriya xwediyên pêdiviyên taybet, Navendek taybet hatiye vekirin.

Komeleya Tîrêj ku di bin Sîwana Desteya Karûbarên civakî û kedkaran de kar dike, derfetên kar ji Kesên Xwedî pêdiviyên Taybet veqetandiye.

Evîn Hec Mehmûd ku yê 22 Salî, ji xwediyên pêdiviyên taybet e.

Evîn tevî astengiya xwe jî cihê xwe di Beşa Arşîv û karûbarên rêveberiya Komeleya Tîrêj de girtiye.

Evîn Hec Mehmûd dibêje Astengiya wê tu carî li hember Karê wê nebûye asteng.

Evîn bi rûkenî û hezkirina xwe kar û xebatê li gel hevalên xwe dike, her wiha bang li kesên xwedî pêdiviyên taybet dike ku berê xwe bidin komeleya tîrêj û armancên xwe pêk bînin.

Her çendî astengdarî hebe jî, lê gava ku hezkirin û vîn mezintir be, ti carî mirov li astengiyan nalikume û ji bo pêkanîna armancên xwe dixebite.

Komeleya Tîrêj bi afrandina derfetên kar, rêyên bi hêvî ji Kesên Xwedî pêdiviyên Taybet re vekiriye.

Share This Article