RÊVEBERIYA XWECIHÎ Û JÎNGEHÊ A CIZÎRÊ PROJEYÊN SALA 2023’AN AŞKERE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê a herêma Cizîrê Silêman Ereb têkildarî projeyên sala 2023 an de ji Rojava TV re axivî .

Silêman Ereb tekez kir ew ê pirsgirêka avê li Hesekê Çareser bikin.

Di heman wexta ku dewleta tirk bi balefiran êrîşî herêmê dike û avê li herêmê qut dike şaredariya gel a Herêma Cizîrê di karê xizmetkirina gel de berdewam e.

Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê a herêma Cizîrê Silêman Ereb diayr kir ku dê herî girîng pirojeyê Istismarî di nava kar Xebatên wan ên sala 2023 an de bin.

Her wiha Ereb destnîşan kir ku dê di pirojyên wan yên sereke de çareserkirina pirsgirêka ava bajarê hesekê be.

Ev demeke dirêje dewleta tirk a dagirker ava çemê firatê li ser herêmê gelekî kêmkiriye her wiha avê li ser bajarê Hesekê qut dike, di ser van hemiyan de jî binesaziya herêmê bi balefiran bombebaran dike.

Share This Article