Yekemîn lehengiya basketbolê ya jinan li bajarê Qamişlo bi beşdariya 5 tîmên kantona Cezîrê hat lidarxistin.
Werzişvanên jin di yekemîn lehengiya fermî ya ku wan li hev kom dike de, kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Yek ji girîngtirîn serkeftinên ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dest xistiye ew e ku jinan di hemû warên jiyanê de û werzîş jî di nav de gavên mezin avêtine.
Bi damezirandina Desteya Ciwan û Werzîşê re, ji bo ku ruhê pêşbaziyê di nava tîmên jin de bê aktîvkirin, çalakiyên werzîşî yên ji bo jinan dem bi dem têne lidarxistin.
Li bajarê Qamişlo, Desteya Ciwan û Werzişê ya kantona Cizîrê lehengiyên basketbolê yên jinan ku 5 tîmên kantonê tê de beşdar bûn, li dar xist. Di vê derbarê de serokê komîteya teknîkî ya lehengiyê Sayêr El-Buneya behsa sedema lidarxistina vê lehengiyê û encamên wê kir.
Ji aliyê xwe ve, lîstikvana bi navê Nûr Haco kêfxweşiya xwe nîşan da û spasiya rahênerên ku hemû piştgirî dane jinan, kir.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî werzîşê di hemû astên weke rêveberî, biryargirtin û tevlîbûna eniyên şer de serkeftin bi dest xistin.
Îsrara jinê destnîşan kir ku gotina cihê jinê mal e, hevokeke vala ye.
