LI KOBANÊ FESTÎVALA LÊVEGERANDINA LI ÇANDA DAYÎKÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi beşdariya bi sedan jinên ji navçeya Qinê ya bajarê Kobanê “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê” hat lidarxistin. Jinan bi dehan cûreyên xwarinên ji çanda bajarê xwe pêşkêş kirin.

Bi pêşengiya Meclisa Kongra Star a navçeya Qinê ya bajarê Kobanê festîvala jinan a bi dirûşma “Festîvala Kobanê lêvegerandina li çanda dayîkê” hat lidarxistin.

Bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên çandî û nûnerên sazî û rêxistinên li herêmê, li gundê Iwêne yê li rojavayê Kobanê kom bûn û bi rengekî hevpar festîvala xwarinên gelêrî birêve birin.

Di festîvalê de li gel bi dehan cureyên xwarinên çanda Kobanê, pêşangeha berhemên destan a Weqfa Jina Azad jî hate pêşkêşkirin.

Endama kongra star Bakîra Sincar derbrê festîvalê de axivî û diyar kir ku ew bi van çalakiyan armanc dikin ku çanda dayîkan û xwarinên ku çêdikirin her tim zindî bihêlin û derbasî nifşên nû bibin

Beşdara festîvalê Şemsa Ehmed diyar kir ku wan xwarinên ku li malê amade kirine anîne û li festîvalê pêşkêş dikin û got divê xwarinên kevnar û çanda devn neyê ji bîr kirin

Jina bi navê Şêraz Îbrahîm a ku beşdarî festîvalê bûye kêfxweşiya xwe anî ser ziman û diyar kir ku bi çalakiyên bi vî awayî çanda dayîka resen a ku wateyekê dide jiyanê nayê windakirin

jinan xwarinên ku amade kiribûn bi rengekî rêkûpêk li mêvan û beşdarên festîvalê belav kirin. Her wiha ji Tevgera Hîlala Zêrîn komên govend û muzîkê jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de jî Kongra Star diyarî dan jinên ku xwarin amade kiribûn û peyama girîngiya parastina çanda xwe dan.

Share This Article