Kargehên voltaja nizim li Rêveberiya Enerjiyê ya kantona Reqayê piştî bidawîkirina sazkirina stûnên Elektirîkê, dest bi danîna torên hewayî li gelek navendan kirin.
Ev yek di çarçoveya qonaxa yekem a projeya girêdana elektrîkê de ye, ku ji 23 navendan pêk tîne, desteyê 7 stûnên Eklektirîkê li Taxa El-Qadisiye, El-Herfiyîn, Mûteahdîn, Tamînat, El Kehreba, El-Hewd, û Komeleya Pisporên Rûs bi dawî kir.
Endezyarê Elektirîkê Emar Şerbetcî got ku Proje berdewam e û hewil didin ku elektrîkê bigihînin hemû taxên bajêr, her wiha payîn kir ku qonaxa yekem a projeyê du meh piştî destpêkirina wê bi dawî bibe.
Ji aliyê xwe ve berpirsê werşeyên projeya enerjiyê ya bajêr Ensar El-Şiblî diyar kir ku proje ji sedî 97 dabînkirina elektrîkê ya birêkûpêk digire nav xwe û û li gorî tûrbûna nifûsê dê kar ji bo bidestxistina voltaja birêkûpêk were kirin.
Piştî bangewaziyên şêniyên kantonê ji kênbûna Elektirîkê, desteya Enerjiyê yekser destweran kir û dest bi çeksazkirina torên hewayî yên Elekktirîkê kir.
Li gor desteyê dê di demek nêz de, dê çekzaskirina toran li tevahî bajêr bi dawî bibe.
