DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRÎŞÊN XWE LI SER ŞEHBAYÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

hemwextî dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe zêde kirine..

çavdêr dibînin ku armanc ji van êrîşan şikandina berxwedana xelkên Şehbayê û koçberên Efrînê ye.

hemwextî dorpêça hikûmata Şamê ya li dijî kantona şehbayê ku ev zêdetirî 6 salan dewam dike , êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî li ser wê deverê Şehbayê zêde dibe.

Di 10’ê Hezêranê de balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker erebeyek li kantona şehbayê hedef girt di encamê de 3’ê şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê şehîd bûn û 2 şervan birîndar bûn.

Çavdêr dibînin ku dorpêça hikumeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk li ser şehbayê di civîna çar alî ya Moskoyê hatiyê pilankirin..

Lêkolîner Welîd Bekir li ser mijarê dibêje armanca dorpêçê û êrîşan şikandina berxwedana xelkên şehbayê ye.

Ji aliyê xwe ve edîtorê beşa Rojhilata Navîn di Ajansa Hawarê de Gîvara Şêx Nûr dibêje kiryarên ku niha hikumeta Şamê û Dewleta Tik a dagirker li Şehbayê pêk tînin beşek ji şerê nerme û armanc jê valakirina Kantona Şehba ji xelkê wê ye..

di danê sibehê de karwanekî Rûsî li Şehbayê dema ku ji Em Hoş berê xwe dabûn Hirbilê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin di encamê de Leşkerekî rûsî hate kuştin û 3 jî birîndar bûn…

Share This Article