Bi boneya destpêkirina sala xwendinê ya nû, komîteya perwerde û fêrkirinê ya bajarê Reqayê dibistana Hitîn vekir.
Di şahiya vekirinê de, hevserokatiya desteya perwerdeyê, nûnerên rêveberiya xweser, malbatên xwendekaran û xebatkarên qada perwerdeyê beşdar bûn.
Di şahiya vekirinê de gelek axaftin hatin kirin û sala xwendinê ya nû li tevahî xwendekaran hate pîrozkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev dibistana navborî berê DAIŞ’ê ji xwe re weke navendekeke îşkencedanê bi kar dianî, lê niha komîteya perwerdeyê ew çaksaz kir û xwendekar tê de dixwînin.
Têkildarî mijarê hevseroka komîteya perwerde û fêrkirinê ya Reqayê Zelîxa Ebdî ji Rojava TV re axivî.
