Rêvebrên bajarê reqayê derbarê tundiya li ser jinan de ji Rojava tv re diyar kirin ku demên berê jin jiber Desthilatdarî û hişmendya Bviksalarî ji mafên xwe yên rawa bê par mabû .
Her wiha diyar kirin ku bi damezrandina Rêveberiya Xweser re êdê jinê mafê xwe bidest xist û di tevahî qadan de cih girtHişmendiya serdest bi hezarê salan, bi çewisandinê xwe li ser jinan rewa kiribû û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd. rakiribvû.
Lê li hembe wê jî jinê srî hildaye û li ber xwe daye û heta niha li hember wê têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dimeşîne.
rêveberên reqa derbarê de dibêjin bi saya rêvebriya xweser û fikrê netewa demokrat jinê di tevahî qadan de cih girt û mafê xwe bidestxist.
Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê Buşre Ehmed diyar kir ku jin ji ber Irf û Adetan ji mafên xwe yên rawa bê par mabûn .
Rêvebera Ofîsa Perwerdeyê ya PYD’ê Necah Mehmûd anî ziman ku jinê di nava saziyên Rêveberiya Xweser de cih girt û xwe isbat kir.
bi boneya 25’ê mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li hember tundiya li ser jinan li seranserî herêmê pêngavên çalakiyan hatin lidarxistin û li hember tundiyê li seranserî herêmê gel li qada bûn.
