RÊVEBERÊN JIN DAXWAZA NÛNERTIYA KÊMNETEWEYAN DI DESTÛRA SÛRIYÊ DE DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveberên jin ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza nûnertiya wekhev û tam a kêmnetewan û parastina hebûna wan a dîrokî li erdnîgariya Sûriyê kirin.
Rêveberan gotin: Rizgarkirina Sûriyê dê bi amadekirina destûreke nû li ser esaseke wekhev temam bibe.

Yek ji xalên herî berbiçav ku bû sedema rûxandina rêjîma berê li Sûriyê, ew bû ku wê mafên kêmnetewan nas nedikir û ew ji beşdariya di destûrê de dûrxistibûn.

Piştî çûyîna rejîma hilweşiyayî û ramanên wî, Sûriye ber bi proseyeke nû ya avakirin û nivîsandina destûreke nû diçe, ku tê de hêvî tê kirin ku hemû pêkhateyên Sûriyê mafên xwe bi dest bixin.

Li ser vê mijarê, rêveberên jin ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza nûnertiya wekhev û tam a kêmnetewan û parastina hebûna wan a dîrokî li erdnîgariya Sûriyê kirin.

Her wiha Rêveberan îşaret bi nivîsandina destûreke li ser esasê wekheviyê kirin, ku tê de hemû pêkhateyên Sûriyê yên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Ermenî, Çeçen û yên din beşdar bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berdewamî tekez dike ku her rêkeftin û biryarek ku xizmeta pêkhateyên herêmê neke, ji bo wê nabe biryareke cidî. Ji ber ku gel û kêmnetewên li heremê jiyan dikin yek in û ji hev nayên dabeşkirin.

Share This Article