NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER KUŞTINA MISTEFA ŞÊXO YÊ 16 SALÎ ZÊDETIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koçberên Efrînê yên ku li kantona Cizîrê dimînin, bûyera kuştina Mistefa Şêxo yê 16 salî şermezar kirin.

Koçberan bang li rêxistinên mirovî û navnetewî kirin ku destwerdanê bikin û kiryarên li dijî mirovahiyê rawestînin.

Li Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û qirkirina xwezayê dewam dikin.

Herî dawîyê jî, Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Hec Hesno yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê ciwanê bi navê Mistefa Şêxo yê 16 salî qetil kir.

Li hember komkujiyên Tirkiyê û çeteyên wê nerazîbûnên tund derdikevin pêş.

Yasir Şêxo ku yek ji koçberên Efrînê ye ji Rojava Tv re axivî û diyar kir, kiryarên ku di hundirê Efrînê de tên kirin, li dijî zagonên mirovahiyê ne.

Xezalê Hesen ku ew jî koçbereke Efrînê ye bang li rêxistinên mirovî û navnetewî dike ku dawî li van sûcan bînin û vegereke bi ewle ji bo wan peyda bikin.

Tevî ku di lihevkirina 10’ê Adarê ya di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El- Şeri de tê tekezkirin ku divê tawan werin rawestandin û koçber vegerin, lê ta niha sucên Tirkiyê dewam dikin û Şam jî bêdeng e.

Share This Article