Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi berdêlên giranbuha û fedekariyên mezin, hebûn û nasnameya gelan ji tunebûnê parast, dem nêz dibe ku 12 salên tijî serkeftin derbas bike.
bi boneya nêzhatina 12emîn salvegera şoreşa Rojava ku bi xwîna hezaran cangoriyên azadiyê hatiye avakirin, rayedarên jin ku roleke avaker di şoreşê de lîstine behsa destkeftiyên şoreşê nexasim keda jinan a di nava şoreşê de kirin û diyar kirin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şoreşa jinê hate naskirin.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê ,foza yûsif salvegera şoreşa Rojava pîrozkir û got, jinên berxwedêr gavin dîrokî di şoreşê de avêtin û destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Berdevka Yekîtiya jinên Êzidî Hediya Şemo diyar kir ku, şoreşa rojava ku bi xwîna pêşengên jin ku şehîd ketin de gelek destkeftî bidestxistin, bû mînak ji jinên cîhanê re.
tevî hemû planên qirêj , êrîş û şerê taybet ku li dijî pirojeya rêveberiya xweser tên meşandin, pêkhateyên herêmê bi israrin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û dest ji hevjiyanê bernedin û bighêjin armancên xwe.
