LI REQAYÊ DERBARÊ TÊGEHA NASNAMEYA NETEWEYÎ DE PANELEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa Têkiliyan a MSD’ê îro bi hevkariya komîteya Têkiliyan a PYD’ê derbarê têgeha nasnameya neteweyî de paneleke diyalogê li dar xist.
Panel li hola civînan a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê a li kantona Reqayê bi beşdariya nûberên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, şêx û rûspiyên eşîran hat lidarxistin.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijara têgeha nasnameya neteweyî hat nirxandin.
Paşê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê nêrînên xwe derbarê nasnameya neteweyî vegot.
Beşdaran di panelê de destnîşankirin ku têgeha nasnameya neteweyî bandorê li nijad, mezheb û netewbûnê dike û wê ji naveroka rastîn dûrxistiye.

Share This Article