RÊBER APO BI HEMÛ HÊZA XWE JI BO PÊKANÎNA AŞTIYÊ TÊKOŞÎNEKE DÎROKÎ DIMEŞÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

di 22’yê Çileya 2025’an de Parlamenterên DEM Partîyê Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder, ji bo cara duyemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn û Hevdîtinê 4 saetan dewam kir.

Li gel pêkanîna hevdîtinê, hêviyên gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz yên ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê geştir bûn.

têkildarî hevdîtina bi Rêber Apo re, Berdevka Înisyatîfa Sûrîyê ya Azadiya Rêber Apo ya Helebê Amnê Xidro nirxandin kir.

Amna Xidro got, Rêber Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd e, lê Rêber Apo ji bo hemû cîhanê hêviyeke mezin e.

Lijneya navendî ya Dem Partiyê duh ji bo nirxandina peyamên Rêber APO civînek li dar xistibû û biryar e di demeke nêzîk de nexşerêya xwe diyar bike.

Share This Article