Şandeyek ji desthilata Şamê li gel şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya kurd, li nava taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê,geriyan.
Bi şandeyê re, Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman û Nûrî Şêxo, nûnerên Komîteya Desthilata Şamê ya Helebê Mihemed Ebdulxenî û Masûd Betal jî li nava taxê geriyan.
Der barê gerê û sedemên wê de, Bedran Çiya Kurd got ew ger di çarçoveya şopandina pêşketinên vê dawiyê li her du taxên Helebê pêk hatine, hate kirin.
Her wiha Çiya Kurd diyar kir ku rêbazên berdewamkirina pêkanîna xalên ji peymanê mane hat nîqaş kirin.
Çiya Kurd da zanîn ku wan li ser lidarxistina civîneke taybet ku aliyên têkildar ên desthilata şam û Rêveberiya Xweser bicivin, li hev kiriye, da ku bigihînin planeke xebatê ya zelal ji bo Efrînê.
ŞANDEYEK JI DESTHILATA ŞAMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ GERIYAN
