QSD’ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li Hesekê daye destpêkirin. heta niha di xebatên lêgerînê de 39 endamên şaneyên DAIŞ hatine girtin.
QSD’ê diyar kir ku, Operasyon bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat lidarxistin.
Her wiha Armanca ji operasyonê; serdegirtina bermahiyên DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî, têkbirina jêderên lojîstîk û bêbandorkirina planên wan ên pêkanîna êrişan li ser girtîgehan û navendên ragirtinê ye.
QSD’ê da zanîn ku di xebatên lêgerînê de 39 endamên şaneyên DAIŞ hatine girtin, her wiha hejmarek ji çek û cebilxaneyê hatin desteserkirin.
QSD’ê tekez kir ku, misogerkirina aramî û ewlehiya gel ji erkên wan ên sereke ye, û bang li şêniyên Hesekê kir ku bi hêzên wan re tevkariyê bikin.
