Daxuyaniya Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ya ji bo niyeta xwe ya tevlîkirina zimanê Tirkî di bernameyên zanîngehê de, wekî beşek ji peymana hevkariya bi dewleta Tirk re, rastî nerazîbûnên berfireh hat.
Mamosteyên zimanê Kurdî yên Helebê ev biryar red kirin û diyar kirin ku Hikûmeta Veguhêz bi van hewldanan, parçebûnê dixe nav civakê.
Di berdewamiya siyaseta xwe ya dûrxistinê de, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, ragihand ku ew ê zimanê Tirkî di mînhaca xwendina bilind de zêde bike.
Ev biryar di nav civakê de bû sedema hêrseke berfireh û hin kesan ew wekî hewldanek ji aliyê Tirkiyê ve ji bo ferzkirina siyaset û ajandeyên xwe bi rêya perwerdeyê şîrove bike.
Mamosteyên zimanê Kurdî yên li Helebê bi tundî biryar şermezar kirin û diyar kirin ku diviyabû hikûmeta demkî berî ku bala xwe bide zimanê dewleteke dagirker, zimanên herêmê bida pêş.
Mamosteyan tekez kirin ku ev gav xeternak e û dikare di navbera gelê Sûriyê de parçebûnê ava bike û aloziyan bêtir gur bike.
Gelê Sûriyê hêvî dikir ku serdema piştî rejîma têkçûyî serdemeke nû ya geşbûnê bi xwe re bîne û hemû welatiyên vê welatî hembêz bike.
Lêbelê, nîşan û biryarên keyfî yên hikûmeta veguhêz tam berevajî vê yekê nîşan didin.
