Yek ji cureyên şêraniyên navdar yên meha Remezanê, qetayif in. Li bazara bajarê Reqayê herî zêde daxwaza xelkê li ser wê heye.
Derbarê çêkirina Qetayif û sûdên wê yên di meha rojiyê de me Raporek amade kiriye.
Em bi hev du re lê temaşe bikin.
Qetayef yek ji cureyên şêranîyên navdar û biçêj yên meha Remezana pîroz e. Herî zêde sûka bajarê Reqayê di vê mehê de bi Qetayefan tê dagirtin.
Qetayefên ku bi dirûva hevyê tên çêkirin, nîşaneya meha Remezanê didin û piraniya xelkên Reqayê dibin bikirên wê.
Ev cureya şêraniyê ji hevîr, guz û penîr pêk tê. Di fitar û paşîvan de li ser sifreya malan tê bicihkirin.
Firoşkarên Qetayifê diyar kirin ku herî zêde di meha rojiyê de daxwaz li ser şêraniyên wan hene.
Her wiha firoşekaran diyar kirin ku, ew li gorî daxwazên bikiran şêraniyên xwe amade dikin.
Qetayif li bermaberî şêraniyên din ne buha ye, ji lewre daxwazeke zêde li ser wan heye.
