Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê, şehîd û mamostaya zimanê Kurdî Viyan Amara di salvegera şehadeta wê ya 12’emîn de bi bîr anî.
Daxuyanî bi amadebûna xwendekar û Desteya Perwerde û Fêrkirinê li goristana Şehîdên Berxwedanê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, şehîd Viyan Amara xwe mamosteya destpêk û dawî didît, baweriya xwe bi girîngiya nasname û perwerdeyê dianî û dema ku rewş pêwîst dikir, bêyî ku dev ji mîsyona xwe ya perwerdehî berde, çek hildigirt.
Viyan Amara di 26’ê Tîrmeha 2013’an de li gundê Kendal ê rojhilatê Kobanê, dema ku li dijî çeteyên bi navê “Cebhet El Nusra” şer kir, şehîd bû.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Helebê soz da ku rêya şehîd Viyan Amara berdewam bikin .
Daxuyanî bi silogana ‘’şehîd namirin” bi dawî bû.
