PYD’Ê ŞEHÎD ŞÎLAN Û HEVREYÊN WÊ BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bi rihê şehîd Şîlan û hevalên wê, em ê aştiyê bi dest bixin û civatek demokratîk ava bikin”, Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Reqayê, şehîd Şîlan Kobanî û 4 hevalên wê yên ku di sala 2004’an de şehîd bûne bi çalakiyekê bibîrnîn.

çalakî li Hola Yekîtiya Parêzeran hate lidarxistin, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, beşdaran mûm pêxistin. Piştre senevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Şîlan hate nîşandan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ” Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Share This Article