LI HELEBÊ DERBARÊ REWŞA RÊBER APO DE KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Tenduristî a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi navê “tendrustiya rêber Apo garantiya aştiyeke mayinde, civakek demokratîk û bidestxistina destkeftiyên gel e” komxebatek li Helebê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya bijîşkên Helebê, meclisa giştî a taxa şêxmeqsûd, kongra star û endamên insyativa azadiya Rêber Ocelan, li hola Midyad ya li taxa Eşrefiye hat lidarxistin.

Piştî deqeyk rêzgirtin, axaftina vekirinê ji aliyê Dektot Azad Reşo ve hat kirin.

Piştre rapor derbarê rewşa tenduristî a Rêber Abdullah Ocelan de hat xwendin.

Her di komxebatê de Derbarê jiyana rêber apo û rewşa wî ya tenduristiya de nirxandin hatin kirin.

Her wiha bi rêya online bijîşkên ji Almanya, France, spanya tevlî komxebatê bûn.

Di dawiyê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin da ku nêrînên xwe parve bikin.

Share This Article