Xelkên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê yên ku di êrîşa li dijî karwanê gel yê Bendava Tişrînê de şehîd bibû, oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên kantona firatê, sazî û dezgehên rêbeberiya xweser hate lidarxistin.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê axaftin hate kirin û hate gotin êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan êrişên hovane ne û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kirin.
Piştre wesîqeya şehadetê ya her 5 şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi tilîliyan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.
