Têkildarî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” Cîgirê Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd got, hêzên ji derve dixwezin fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de çêbikin. Her wiha diyar kir ku Bi hevgirtina gelan ew ê dawî li planên dagirkeran bînin.
Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” a ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daye destpêkirin li gundewarên Rojhilatê DêraZorê 10 rojin dewam dike.
Têkildarî operasyonê Cîgirê Encumena Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd got, hêzên ji derve bi daxwaza derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derdixin
Her wiha Cemal Reşîd piştgiriya Oparasyona QSD kir û diyar kir ku Bi hevgirtina gelan ew ê dawî li planên dagirkeran bînin.
Ji dema destpêkirina oparasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ve û heta niha bi dehan çete û bazirganên hişbirê hatin girtin.
Îro jî QSD bi daxuyaniyekê ragihand ku wan gundê Hewayîc ê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê paqijkirin û 4 endamên Dîfa El Wetanî girtin.
